Piştî çend bûyerên mirinê bi influenzê hatin dîtin, hinek metirsî di nav hemwelatîyên Kantona Efrînê de belav bûye, taybetî piştî gotogotên mirina welatîyan li deverên din yên Sûrîyê hatin bihîstin.
Heta niha li Efrînê nexweşîya influenza berazan, di qonaxa texmînkirinê de ye, jiber ku laboratuar li herêmê tuneye.
Lê, Desteya Tendirustî ya Kantona Efrînê hin fermanên saxlemîyê û agahî belav kirin da ku hemwelatî û karmendên tendirustîyê bikanibin xwe biparêzin.
Doktor Xelîl Sebrî dibêje, nexweşên ku behna influenza li wan heye, ji derveyê herêmê, ji Heleb û Ezazê hatine, lê hîn hebûna influenza berazan piştrast nebûye.
Doktor Sebrî dide zanîn ku divê navendên tendirustîyê jibo rewşên awarte werine amade kirin.
Li gor Desteya Tendirustîyê kêmbûna alavan û navendên dermankirinê dibe asteng ku ew nexweşîyê tekez bikin, tevî ku dora 4 hemwelatîyan jîyana xwe ji dest daye.
Hêjayî gotinê ye, kêm xwerin, kêm derman, ne paqijî, dibe sedemê belavbûna hin nexweşîyan, mîna kolera, êşa zirav, influenza û hin nexweşîyên din.