Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Navenda Nû ya Propagandaya DAIŞ'ê: Instagram


Rojnameya Times ya Brîtanya dîyar kir ku li ser Instagramê, pirtir ji 50,000 hesabên ku alîgirên Dewleta Îslamî (DAIŞ) hatine tespît kirin.

Rojnameyê da zanîn ku hesabên ku propagandaya cîhadê dikin, bo nasandina rêxistina tundrê li ser Instagramê pirtir strories (çîrok) bikar tînin.

Facebook’ê di sala 2012’an de Instagram kirrîbû û di storiesên ku par hatibû de, parvekirinek di 24 demjimêr de radibe.

Times dîyar dike ku di du parvekirinên li ser storiesan, bebikekî ku ala DAIŞ’ê li ba dixîne û termekî ku serê wî hatîye qut kirin hatiye weşandin.

Hesabên bo propaganda, karên cotkaran û çêkirina rêkan jî nîşan didin. Pispor dibêjin ku ‘’DAIŞ bi vê yekê dixwaze hebûna dewleta xwe ya ku dişixule raber bike.’’

Li gor vekolînan, bi kêmî ve 10,000 hesab ji nêz ve girêdayî rêxistina tundrê ne. Times dide zanîn ku 30 ji sedê parvekirinên van hesabên wêne û vîdyoyên derbarê rêxistinê ne.

Pispor didin zanin ku DAIŞ wek berê Facebook û Twitterê bi kar nayne û li şûna wan qulibîye ser Snapchat, Telegram û Whatsappê.

Instagramê bi daxuyanîyekê ragihand ku cîhê teror û propgandaya wê li ser sepana wan tune û bi qasî ku ew peywendîya teror û hesaban ferq dikin, wan hesaban jê dibin.

Snapchetê jî daxuyanîyekê dîyar kir ku ewê rê nedin hesabên rêxistinên tundrê ku li ser sepana wan propagandaya xwe bikin.

XS
SM
MD
LG