Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya, Fransa û Brîtanya bi Bazirganîya ligel Îranê Dest bi INSTEX Dikin


Almanya, Fransa û Brîtanya, bo ku bazirganîya bi Îranê re, bi toleyên Amerîka yên dijî wî welatî nebin asteng, sîstemeke nû ya bi navê ‘’INSTEX’’ ava kir.

Navenda kompanîya Instrument in Support of Trade Exchanges (INSTEX) dê li Parîsê be.

Her sê dewletan bi biryara hevbeş Pers Fischer yê Alman anîn ser dîrektorîya kompanîyê.

Per Fischer, berê berpirsê Commerzbankê bû ku yek ji bankayên navdar yên Almanya ye.

Li ber e ku pergala nû hatiye ava kirin heta çend mehan destpê bike.

XS
SM
MD
LG