Lînkên eksesibilîtî

Parlemana Tirkîyê Pêşnîyara Sînorkirina Înternetê Pejirand


Xwepêşandêrên dijî Serokwezîrê Tirkîyê Erdogan
Parlemana Tirkîyê pêşnîyarek derbaz kir ku kontrola hikûmetê ya ser înternetê qayimtir dike.

Ku bernivîsa qanûnê were pejirandin, kompanîyên ku servîsa înternetê didin, divê agahîyên karîneran yên du sala borî jibo hikûmetê berdest bikin.

Pêşnîyar derengîya Çarşemê bi 319 dengên partîya desthilatdar ya Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hate qebûl kirin.

Divê Serokomar Abdullah Gul pêşnîyar îmza bike ku ew yek bibe qanûn.

Opozîsyon û piştgirên azadîya raman di xem û fikaran de ne ku qanûn azadîya ragihandin û ramanê hîn sînortir bike.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) dibêje, pêşnîyar wê rê li ber zordestîya înternetî veke, li wî welatî ku di zindankirina rojnamevanan de di rêza pêşîn de ye.
XS
SM
MD
LG