Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje Nîva Nîfûsa Cîhanê Hîn jî Bê Înternetê Ye


Neteweyên Yekbûyî di raportekê de îro Sêşemê xwe radigihîne ku pirtir jî nîva nîfûsa cîhanê hîn jî bê înternetê ye.

NY dide zanîn ku di nav 2016'an de 84 ji sedê cîhanê dikare xwe bigehîne tora înterneta mobîl, lê jiber buhayê giran û nebûna alava telefonê, tenê 47 ji sedê birastî dikarin înternetê bi kar bînin.

Raport dîyar dike ku buhayê planên telefonên mobîl li welatên herî xizan bi awayekî berbiçav, 20 ji sedê erzantir bûye

NY bal dikşîne ser girîngîya berdestbûna înterneta sabît û ya mobîl li seranser cîhanê, lê di heman demê de bi bîr dixe ku ew yek nîşana asta perwerdê û statuya sosyo-ekonomîk e jî.

Raorta NY bi berdewamî dibêje ku asta perwerde û dahatuya aborî nîşaneyên xurt e ku gelo ymirov înternetê bi kar tînin yan ne.

XS
SM
MD
LG