Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Interpol Bo Tawanên Girêdayî Vaksîna COVID-19 Hişyarî Dide


Interpol

Sazîya Polîsan ya Navneteweyî Interpol îro Çarşemê hişyar kir ku dibe ku torên tawanbar yên rexistinkirî vaksînên COVID-19 armanc bikin û bo firotana vaksinên sexte bixebitin.

Interpol, ku navenda wê ya sereke li Fransa ye, dîyar kir ku sazîyê jibo hezên ewlehîyê yên 194 welatên endamên xwe hişyarîyeke cîhanî ragihandîye.

Sazîyê wan di derbarê torên tawanbar yên rexistinkirî ku perpûnên COVID-19 dikin armanc, yên hem rasterast hem jî yên li ser înternetê hişyar kirîye.

Sekreterê Giştî yê Interpolê Jurge Stock ragihand ku dema ku hikûmet hazirîyan dikin ku vaksînan belav bikin, rêxistinên tawanbar plan dikin ku têkevin nava sîstema dabinkirinan, zararê bidin yan jî wan têk bibin.

“Torên tawanbar bi malperên sexte û dermanên sexte ewê bixwazin ku gumanbarîya nava gel zêde bikin ku dikare bo saxlemîya mirovan xeterîyeke mezin çê bike, heya jîyana wan jî, " Stock got.

XS
SM
MD
LG