Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IOM Banga 194 Milyon Dolar Dike ji bo Bêşûnûwarbûyên Sûrî


IOM
IOM

Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya Koçberiyê IOM daxwaza 194 milyon dolar dike ji bo dabînkirina alîkariyên bingehîn bo bêşûnûwarbûyên li hindirê Sûriyê û penaberên li welatên hevsînor.

Neteweyên Yekbûyî radighîne ku derdora nîv milyon kes hatin kuştin û 18.5 milyon sivîl li hindir û derveyî welêt pêwîstî bi alîkariyên mirovahî hene.

IOM dibêje bêhtirî 6 milyon kes li nav Sûriyê bûşûnûwarin û tundûtî bi berdewamî xelkê neçar dike ku bêhtirî carekê ji cihên xwe birevin.

Peyvdarê IOM Joel Millman dibêje girînge alîkariyên bingehîn ên jiyanê bêne dabînkirin ji bo bêşûnûwarbûyên ku hewil didin xwe biparêzin ji nîrên xerab ên şerê welêt.

XS
SM
MD
LG