Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina Navnetewî ya Koçberî: Heta Niha 409 Penaber li Derya Spî Qeniqîn


Rêxistina Navnetewî ya Koçberî (IOM) dibêje di navbera kocberên hewla derbasbuna Deyayê Spî kirî 409 mirina penaberên neqanûnî hatiye tomar kirin.

IOM di daxuyanîyekê de li ser malpera xwe dibêje ku hejmara kesên nû 76 hezaran derbas dibe, rojane nêzîkî 2.000, ew jî 10 caran li rêjeya par di heman demê de pirtir e.

IOM bi berdewamî dibêje, ew texmîn nakin ku hejmara kocberan li ser sînorên Evrupa nizim be, lê dibêje ku hejmara wan li Yunanîstanê ji di meha 1 2015 dê xwe li mîlyonekî bide.

Hêjayî balkişandinê ye ku îsal sê ji çar hemî mirin li ser rêya rojhilatê Deyayê Spî di navbera Tirkiyê u Yunanîstanê çêbûye.

Berê, hejmara mirinên herî mezin li ser Deryaya Spî ya navîn bû, ku gelek dirêjtir e di navbeyna Bakurê Efrîqa u Îtalyayê çêdibûn.

XS
SM
MD
LG