Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina Navnetewî ya Koçberî Dibêje Hejmara Penaberên ku Tên Yunanistanê Dîsa Bilind Dibe


ship captisized

Rêxistina Navnetewî ya Koçberî (IOM) îro Înê ragihand ku hejmara penaberên ku bi beleman ji Tirkîyê têne Yunanistanê, di nav meha borî dîsa bilind bûye.

IOM dide zanîn ku zêdebûna hejmara penaberan nîşan dide ku rêkên hatine bi tundî nayên kontrol kirin.an dibe ku

“Hatina penaberan di meha borî de sifir bû, lê nav vê mehê, bi awayekî nenormal hejmara kesên hatî zêde dibe. Tenê di nav sê rojên dawî de, her roj 150 kes giheştin Yunanistanê... Ew nîşan dide ku rêkên hatine dîsa vebûne,” Joel Millman, berdevkê IOM di preskonferansekê de li Cenevrê got.

Millman got, pirbûna hatina penaberan dibe ku bi peydakirina rê û rêbazên nû yên qaçaxcîyan jî peywendîdar be.

Raporta IOM piştî nûçeyên mirina bi sedan penaberan li Derya Ege tê ku hatibû îdia kirin keştîyek binav bûbû û ji 500 kesên heyî, tenê 41 kes filitîbûn.

Sekreterê Giştî ya NATO Jens Stoltenberg roja Pêncşemê pesna Tirkîyê dabû û gotibû ku hejmara penaberên ku ji ser rêya Derya Ege digehijin Yunanistanê bi awayekî berbiçav hindiktir bûye.

XS
SM
MD
LG