Seroka siyaseta derve ya Yekêtîya Ewropa Ferdrica Mogherini dibêje, Y.E. bi temamî pişgirîya Îraqê dike bo kêm kirina girjîya dinav bera Amerîka û Îranê jiberko hevrikî wê ziyan û zereran bi her dû aliyan peyda bike.
Di daxyanîyekê da bo rojnamevan digel wezirê derve yê Îraqê li Bexda Mogherini got, me danûstandin ligel wezir Mihemed al-Hekim derbarî girjîya Amerîka û Îranê ko dive û ya yekem ev aloziye nemine ya din rêgirî liher şaştiyekê ko paşmayên xiran bixweve bigre û bandoreka xirab wê liser Îraqê jiberî her welateka din bike.
Seredana diplomata her bild ya YE lidemekê tê girjîya Amerîka û Îranê her xort dibe. Amerîka goneha êrîşên vê dawîyê dixe ser milê Îranê piştî êrîşên dijî gemiyên petrol û xistîna frokeka Amerîkî.
Y.E. piştgirîya pêşniyaza Îraqê ya pêk anina konferensekê dinav bera Îran û welatên Erebî yên kendavî dike.