Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Banga Zêdekirina Toleyên Dijî Îranê Dike


Kargeheke navokî ya Îranê li bajarê Îsfahanê

Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Ehud Barak banga zêdekirina toleyên li ser Îranê kir. Birêz Barak piştî hevdîtina xwe ya bi hevtayê xwe yê Japonî li Tokyoyê got, tole û cezayên heyî bondorên xûrt li ser Îranê dikin, lê divê hewilên civata navnetewî bêne zêde kirin.

Amerîka roja Çarşemê îdîayên Îranê ya ser programa navokî negirîng binav kiribû û gotibû ku Tehran dixwaze bala civatê ji ser tenêbûna xwe ya dîplomatîk rake û bide ser mijarên din.

Îrnê got, wê sentrîfujên nifşa nû cîh kirîye ku uranyumê dewlemend bike û cara yekê şewita ku li Îranê hate hilbêrandin di reaktora xwe ya lêkolînê de kar anî.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Victoria Nuland daxuyanîya Îranê red kir û ew wekî “propoganda” nav kir.

Îsraîl û hêzên Rojavayî guman dikin ku Îran jibo çêkirina çekên navokî uranyume dewlemend dike. Lê, Îran vê îdîayê red dike û dibêje, bernameya wê jibo mebestên aştîyane ye, taybetî jî jibo lêkolînên saxlemî.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Victoria Nuland ragihand, divê Îran îsbat bike ku programa wê ya navokî birastî jibo mebestên aştîyane ye.

XS
SM
MD
LG