Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna Tehranê ya ser Îdlibê Bê Lihevkirinê Dawî Bû


Rêberên Rûsya, Îran û Tirkîyê ku di hilcivînekê de îro li Tehranê kom bûbûn, daxuyanîyeke encamê ya 12 xalî bi bîragiştî parve kirin.

Di hilcivînê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan xwest ku li xala sêyan peyva agirbestê were zêde kirin.

Serokê Rûsya Vladamir Putin dîyar kir ku "li maseyê hikûmeta Suriyê û komên terorîst tune ne" û ew nikare li ser navê wan biryarê bide.

Putin bi berdewamî da zanîn ku di deklarasyonê de hin gotinên tam ne zelal hene. Wî dîyar kir ku jiber ku pir bi baldarî hatiye hazir kirin, divê neyê guhertin.

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî da zanîn ku deklarasyon hatiye pejirandin û civîn bi dawî kir.

Rûsya û Îran dîyar dikin ku operasyona Îdlibê bona dawîkirina terorîzma li Sûrîyê girîng e, lê Tirkîye bi tundî dijberîya operasyonê dike.

XS
SM
MD
LG