Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestê Îranî: Ku Daxwaz Were Em Dikarin Şervanan Bişînin Sûrîyê


Karbidestekî bilind yê Îranî îro Pêncşemê dibêje, eger ku daxwazek ji hevalbenda wan Sûrîyê bixwaze, ew dikarin şervanan bişînin wî welatî.

Alaedin Boroujerdi, serokê komîsyona ewlehîya netewî û karê derve ya parleman Îranê ew gotinên xwe di dema serdana xwe de li Şamê got.

Boroujerdi got, Îran di şerê dijî terorê de pir rijd e û wan bo wê armancê, alîlarî, çek, şervan û şewirmend şadnine Sûrîyê û Îraqê.

Îran hevalbenda girîng ya rejîma serokê Sûrî Beşar Esad e û ji destpêbûna protestoyên Adara 2011'ê vir ve li kelêka Esad sekinîye.

Di demên dawî de tê ragihandin ku bi hezaran şervanên Îranî bi rêya firîngeha Lazqîya giheştine Sûrîyê ku piştgirî bidin rejîma Esad.

XS
SM
MD
LG