Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Bexda Û Ya Herêma Kurdistanê Rêkeftina Demkî Ya Petrolê Îmze Dikin


IRAQ-KURDS-POLITICS-OIL
IRAQ-KURDS-POLITICS-OIL

Şanda payebilind ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Sêşemê gihîşt Bexdayê û ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîaa el Sûdanî hatin ba hev û civîneke çapemeniyê li dar xist.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê lihevhatinê twîtek weşand û dibêje:

"Me ligel hikûmeta federal rêkeftinek pêkanî ku rêzê li mafên me yên destûrî bigire û Iraqê ber bi paşerojeke baştir ve bibe, Rola hevalê xwe Mihemed Şîaa el Sûdanî beriz dinirxînim. Ez spasiya pabendbûna wî bo qonaxeke nû ya hemahengî û hevkariya di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikim."

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmzakirina rêkeftinê ragihand bi şêweke fermî di malpera xwe de weşand.

Berpirsê karûbarê medyaya derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Lawik Xefûrî ragihand û got "Rêkeftina nû dê bibe piştgiriyeke mezin bo yasaya petrol û gaza Iraqê, ku dê di demeke nêzîk de ji aliyê parlamentoya Iraqê ve were pesendkirin."

Li aliyek din, Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê dibêje, rêkeftina demkî ya petrolê di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de hatiye îmzekirin.

Ofîsa Wezareta Petrolê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku "Roja Sêşemê li Bexdayê di bin serokatiya Serokwezîr Mihemed Şîaa el Sûdanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de di navbera Wezareta Petrola Federal û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de rêkeftinek demkî hat îmzekirin, ev jî dê ji Kerkukê destpê bike".

Ev di demekî de pêk tê, piştî ku di sala 2015’an de Iraqê ji ber firotin û hinartina petrola Herêma Kurdistanê, li Dadgeha Odeya Bazirganî ya Navneteweyî li Parîsê doz li Tirkiyeyê vekiribû. Dadgeha Parîsê di meha Çile de li ser giliyê biryar da, lê naverok nehat eşkerekirin.

Di dawiya meha borî de naveroka wê biryarê hat eşkerekirin ku di berjewendiya Iraqê de bi dawî bû û Tirkiyê pabendbûna xwe bi wê biryarê re tekez kir û rê li hinartina petrola herêma Kurdistanê girt.Hikûmeta Bexda Û Ya Herêma Kurdistanê Rêkeftina Demkî Ya Petrolê Îmze Dikin.

Li gor Ajansa Frans Press (AFP) Analîstê Kendavê Yesar Al-Malikî, ji Lêkolîna Aborî ya Rojhilata Navîn (MEES) re got:
"Ev peyman di heman demê de firsendekê dide Bexdayê ku dawî li sektora nefta Kurdistana Iraqê bîne" û her weha divê rê bide ku Kurdistan di pêşerojê de "dahatên zêdetir bi dest bixe".

Malikî ev rêkeftin wek "serkeftinek ji bo her du serokwezîran" bi nav kir ku dikare alîkariya her du aliyan bike ku qanûna nû ya enerjiyê amade bikin û "pirsgirêkên dîrokî yên heyî bi yekcarî çareser bikin".

Karbidestekî hikûmeta federal û karbidestekî Kurd ji AFP re got, firotina nefta xav ya Kurdistanê dê ji niha û pê ve ji aliyê Rêxistina Bazirganiya Petrolê ya Dewletê ve were birêvebirin.

Komîteyeke hevbeş ku ji aliyê hikûmetên federal û herêmî ve hatiye avakirin dê çavdêriya proseya hinardekirinê bike.

Wan got, dahat dê li ser hesabek di bin navê hikûmeta Kurdistanê de were dayîn, ku dê di bin çavdêriya Bexdayê de be.

Jêder: AFP/Twitter/ PM Iraq/PM KRG

XS
SM
MD
LG