Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û Sûrîyê Peymana Vekirina Tora Telefona Destan Îmza Dikin


Ajansa Reuters radigihîne ku Îran û Sûrîyê jibo têkilîyên xwe yên aborî xurt bikin, peymanek danîye û li gor vê peymanê Îran'ê li Sûrîyê lîsansa vekirina operatoreke telefona destan wergirtîye.

Peymana ku pênc xalên wê hebûn, bi merasîmeke ku Serokwezîrê Sûrîyê Emad Khamis û Cîgirê Serokomarê Îranê Eshaq Jahangiri lê hazir bûn, li Tehran'ê hat îmza kirin.

Îran û Sûrîyê hevalbendên hev in û Tehranê jibo ku serokê Sûrîyê Beşar Esad desthilata xwe jinûve qayim bike, bi mîlyaran dolar alîkarî daye wî welatî.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Îran'ê sektora operatora telefonan, ji 2009'an vir ve bi piranî di dest Pasevanên Şoreşa Îslamî ya Îranê de ye û di şerê li Sûrîyê de 1000'î zêdetir pasevan li enîyên şer hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG