Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Zilamekî Amerîkî bi Tawana Sixurîyê Ceza Dike


Îran Zilamekî Amerîkî bi Tawana Sixurîyê Ceza Dike
Îran Zilamekî Amerîkî bi Tawana Sixurîyê Ceza Dike

Dadgeheke Îranî, cezcayê îdamê li zilamekî Amerîkî birî ku bi sixurîya CIA tê tawanbar kirin.

Ajansa Fars ya nîvfermî îro Duşemê radigihîne ku biryara dijî Emîr Mîrzayî Hekmatî jiber peywendîyên wî yên bi CIA re û hevkarîya wî ya bi “welatekî dijmin” hate dayîn.

Wezareta Derve ya Amerîkî azadkirina Hekmatî xwestîbû û gotibû ku tawanên dijî wî bê bingeh in.

Li meha borî, televîzyona dewletê ya Îranî vîdyoya mêrekî nîşan dabû ku dihate gotin ku Hekmatî ye û li eyaleta Arizona ya Amerîkayê hatibû dinê û dê û bavê wî Îranî bûn.

Vîdyo her wiha gotibû ku Emir Mîrzayî Hekmatî bi taybetî hatiye fêr kirin û li bingehên Amerîkî yên li Îraq û Afganîstanê kar kirîye.

Vîdyo nîşan dida Hekmatî pênasînê dike ku bi taybetî ji Îranê re hatiye hinartin ku têkeve nav îstîxbarata Îranê.

XS
SM
MD
LG