Îranê ragihand ku bi awayekê serkeftî mûşekek ceriband û lûleyên sotemenî bo navendên navokî berhem anîn.
Li gor medyaya ser bi dewletê, lûleyên sotemenî li Îranê hatin çêkirin û li rîaktoreka lêkolîna navokî li Tehranê hatin bi kar anîn.
Rojnameya Tehran Times ya Îranî ragihand ku berhem anîna lûleyên sotemenî ya navokî destkefteke mezin e ku Rojavayê aloz dike.”
Hevdem, Îranê ragihand ku artêşê bi awayekê serkeftî mûşekek li tengava Hurmizê ceriband.