Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Cîhan bi Yek Deng Bersîva Îranê Dide


Serok Obama: Cîhan bi Yek Deng Bersîva Îranê Dide
Serok Obama: Cîhan bi Yek Deng Bersîva Îranê Dide

Serok Barack Obama dibêje, cîhan bi yek deng bersiva Îranê dide û Îran çi caran wekî îro nehatîye veder kirin.

Di gotara salane ya xwe bo welatî, Serok Obama got ku ew bi hemû rêkan bersîngê Îranê digire li bidest anîna çekên navokî. Lê belê Serok Obama got ku pirsgirêka navokî ya Îranê dişêt bi rêkên aştîyane bê çareserkirin.

Serok Obama got fişar û giranî wê li ser Îranê berdewam bin eger Îran li gor berpirsiyariyên navneteweyî kar neke.

Li van dawiyan, Amerîka û Yekîtîya Ewropî hejmareka cezayên tund li dijî Îranê ragihandin ji wan embargoya neftê û cezakirina bankên wî welatî.

XS
SM
MD
LG