Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Serdana Îranê Dike


Ahmet Davutoglu.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu serdana Îranê dike jibo encamdana gotûbêjan li ser bernama navokî ya Tehranê.

Li gor Wezareta Derve ya Tirkîyê, Davutoglu roja Çarşemê diçe Îranê û du rojan li wî welatî dimîne. Wezareta Derve herwiha ragihand ku Davutolgu li Îranê behsa pirsa Îraq û Sûrîyê jî dike.

Serdana Davutoglu bo Îranê di demekê de ye ku Amerîkayê cezayên nû yên aborî li dijî Îranê ragihand.

XS
SM
MD
LG