Yekîtiya Ewropî (EU) cezayên nû li dijî Îranê ragihand jiber berdewamiya serkutkirina mafên mirovan li Îranê.
Yekîtiya Ewropî roja Duşembî ragihand ku dest bi ser pere û samanên 29 karbidestên Îranê digire. EU herwiha qedexekirina seferê li dijî wan karbidestan ragihand.
Amerîka, Neteweyên Yekgirtî û EU çendîn gerên cezayan li dijî Îranê ragihandine jiber serkutkirina mafên mirovan û bernama navokî ya wê.