Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtiya Ewropî Gef li Îranê Kir


William Hague.
William Hague.

Wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropî gefa zêdekirina fişarên li dijî Îranê dikin. Lê belê Yekîtiya Ewropî bi yek deng piştgîriya hêrişa leşkerî li dijî Îranê nake.

Wezîrê Derve yê Brîtanî William Hague dibêje, wezîrên derve yên Ewropî “niha piştevaniya hêrişa leşkerî” nakin, lê belê hêrişa leşkerî “yek e li bijaran.”

Herwiha wezîrê derve yê Holandî Uri Rosenthal encamdana gotûbêjan li ser hêrişa leşkerî red nekir.

Lê belê wezîrê derve yê Almanî Guido Westerwelle roja Duşembî got ku gotûbêj li ser hêrişa leşkerî li dijî Îranê nahêne kirin.

XS
SM
MD
LG