Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Têkeliyên xwe bi Brîtanyayê re Kêm Dike


Parlemantoya Îranê.

Parlemantoya Îranê biryarek derbaz kir ku têkeliyêt diplomasî û aborî di gel Birîtanya kêm bikin, wek tolhildan; beramberî cezayên ku welatêt rojavayê li dijî Tehranê ragihandin ji ber bernama wê ya navokî.

Piraniya endamêt parlemantoyê roja Yekşembê dengêt xwe dan ko heta du heftiyan balyozê Brîtanya ji Îranê derkevît. Herwesa dê têkeliyêt aborî jî di gel London hêne kêm kirin, ew biryar diçîte pêş civata pasdaran ku biryara dûmahiyê di destê wê civatêdaye.

Dengdana roja Yekşembî bersivek bû li ser piştevaniya Brîtanya bo bizavêt Amerîkî ku pitir sengîê û cezayan li dijî Tehranê danin da dest ji bernama xwe ya navokî berde. Guman têne kirin ku bernama Îranê bo çekirina çekên navokî bît.

XS
SM
MD
LG