Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmedînejad Dîsa Hişdarî da Amerîka û Îsraîlê


Mehmûd Ahmedînejad.

Serokê Îranî Mehmûd Ahmedînejad hişdarî da Amerîka û Îsraîlê ku hêrişan li dijî navendên navokî yên Îranî encam nedin. Welatên rojavayê bi guman in ku Îran kar dike jibo çêkirina çekên navokî.

Di hevpeyvînekê de ligel rojnama El Exbar ya Misirî, Ahmedînejad got ku Tehran rêkê nade tu welatek hêrişa Îranê bike.

Ahmedînejad dibêje, şiyanên artêşa Îranê mezintir dibin lewma Amerîka û Îsraîlê "ditirsin."

XS
SM
MD
LG