Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Cezayê Zindanê Dide Birayê Serok Hesen Rûhanî


Husên Ferîdon, birayê serokê Îranê
Husên Ferîdon, birayê serokê Îranê

Ajansas nîv-fermî ya nûçeyan a Îranê ISNA dibêje birayê serok Hesen Rûhanî bi zîndanê hatiye cezakirin bi sedema gendeliyê.

ISNA îro Şemiyê got ku Husên Ferîdon ê nêzîkî serok dê karibe doza pêdaçûnê di biryarê de bike.

Doza gendeliyê vedigere sala 2016an, lê radîkalên ku sîstema dadweriyê kontrol dikin ew careke din derxist rojevê.

Dadgehkirina Ferîdon meha Şubatê dest pê kir, ew di sala 2017an de şevekê hate zîndankirin û ji wê demê ve, bi kefalet azad e

Wî rolek di tîma Îranê ya guftûgoyên navokî yên Îranê de lîst li gel hêzên mezin ên cîhanê.

Îranê berê bi tawanbariyên gendeliyê hin hevalbendên serokên berê yên welêt zîndan kirine.

XS
SM
MD
LG