Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Axios: Îran Mezintirîn Metirsiya Derve ye Ser Hilbijartinên Amerîka Ye


Protestoya Îraniyan li Hember Qesra Spî
Protestoya Îraniyan li Hember Qesra Spî

Li gorî rapora malpera Axios ku îro Şemiyê hat weşandin, Îran ji bo destxistina nava hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de ku biryar e di 5ê Mijdara de bên lidarxistin di nav hewildanan de ye.

Raport dibêje ev metirsîya Îranê li ser hilbijartinên Amerîka ji metirsîya Rûsya ya ser ewlehiya niştîmanî mezintir bûye.

Malperê ji zarê berpirsan radigihîne ku Rûsya û Îran di êrîşên xwe yên li ser hilbijartinên Amerîkî de wêrektir û hovtir bûne û dibe ku qonaxa dawî ya hilbijartinên serokatiyê bibe şahidê kaosek zêdetir.

Roja Çarşemê, Google eşkere kir ku hackerên Îranî kempeynên hilbijartinê yên berbijara Demokrat ya serokatîyê Kamala Harris û hevrikê wê yê Komarî Donald Trump şopandine û ew kirine armanc.

Axios diyar kir ku FBI niha lêkolînê li ser gumanan dike ku desteya kempeyna hilbijartinê ya berbijarê Komariyan Donald Trump gotîye ku ew bûne armanca êrîşên Îranê, hackerên Îranî ketine sistema wan ya kempeynê û datayên wan dizîne û di mediya Amerîkî de eşeker kirine.

Alîkarê berê yê Dîrektorê FBI James Turgel dibêje, Îran niha li ser şopa Rûsya dimeşe û dixwaze wek ku di sala 2016an de Rûsya Kempeyna hilbijartina serokatiyê kirbû armanc, ew jî weha bike.

Turgel lê zêde dike û dibêje, "Ne tesaduf e ku em niha dibin şahidê operasyonên sayber û gefên elektonî yên çalak ku heman şêwaza taktîkên Rûsyayê nîşan didin."

Ev di demekê de ye ku kompanya Jîrmendiya Çêkirî "OpenAI" roja Înê ragihand ku wê tora hesabên Îranî yên ku chatbot karanîne pûç kirin, ku dixwestin bandora biyanî li ser helmetên hilbijartinên Amerîka çê bikin.

Kompanyê got ku wê rê li hesabên koma Îranî ji ber bikaranîna chatbotê "ChatGPT" ji bo hilberandina naveroka bi mebesta ku bandorê li hilbijartinên Amerêka bike û hin pirsên din girtiye.

Bloomberg jî radigihîne ku tora Îranî armanc kiriye ku bi çêkirina gotar û şîroveyên dirêj li ser medyaya civakî bandorê li hilbijartinan bike.

XS
SM
MD
LG