Lînkên eksesibilîtî

Trump: Îran Pêgira Pêkhatina Navokîye Lê Hêjî Metirsîyek Mezin E


Nêzîk Arak-Îran.

Îdara serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku, Îran pêgiriyê bi pêkhatina Navokî dike yaku hêzên navnetewî li gel Îranê girêdayî, lê Washington agehdarî daye ku, Îran giyanê pêkhatinê binpê dike û got, ew hewil didin rêkên bihêz kirina pêkhatinê bibînin.

Ev cara duyane serok Trump dibêje Îran pêgira pêkhatinê ye ji dema hatî ser desthilatê heta niha, herçende di kampêna hilbijartinên serokatiya Amerîka de wî gelek rexne li pêkhatina navokî digirtin yaku liser dema serokê berê Barack Obama û tevî welatên mezin yên cîhanê li gel Îranê girêda bû, ev peyman bi pêkhatina 5+1 dihat naskirin.

Berpirsên Îdara serok Trump roja Duşemê got bûn rojnamevana, ew niha cezayên abûrî yên nû li dij Îranê amade dikin, sedem jî ew, Îran bernama mûşekên Balîstî berdewam dike û beşdare di dirûskirina aloziyan de, li herêmê.

Li gûr yasaya Amerîkî divê wezareta derve ya Amerîka her 90 rojan Kongiresê bi encamên asta pêgiriyên Îranê li hember pêkhatina Navokî agehdar bike.

XS
SM
MD
LG