Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson: Divê Leşker û Piştevanên Îranê ji Sûriyê Derkevin


Wezîrê derve yê Amerîka, Rex Tillerson û hevpîşeyê wî yê Urdunî Ayman Safadi.

Wezîrê berevaniya Amerîka Rex Tillerson di serdana xwe ya Urdunê de got "divê Îran leşkên xwe û hêzên ku piştevaniya wan dike ji Sûriyê derkevin".

Ajansa Reuters li gûr axaftina Tillerson radigihîne ku, Amerîka nerihete ji aloziyên vê dawiyê yên di navbera Îsrail û Îranê de liser axa Sûriyê.

Tilleros gotiye "Amerîka planek stratejî ya aştiya li Rojhilata Navîn heye, ev çend mehe ew plan pêş dikeve".

Weke bersivdanek bo axaftinên Tillerson ji aliyê xwe ve, Îran daxwaz dike ku hêzên Amerîkî ji Sûriyê derkevin.

Alî Akber Wilayetî, şêwirmend û alîkarê di asta bilind de, yê Rêberê Ruhanî Ayetullah Alî Xamaneyî got, leşkerên Îranê bi şêweke yasayî û li gûr daxwaza fermî li wî welatî dimînin, u got"yên pêwîste ji Sûriyê derkevin, ew in yên bê destûrdayina hikûmeta rewa ya Sûrî hatine".

Li aliyekê din Tillerson ji Urdunê bal kişand ser aloziyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de û got"ew kar dikin da ku, ligel Tirkiyê hevpeymana NATO bigehin encamekê". Tillreson hêvî xwestin ku di danûstendinan de bikarin gefên Tirkiyê bi sînor bikin.

XS
SM
MD
LG