Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hangaw: Meha Borî Zêdetirî 116 Kurd Li Îranê Hatine Girtin


Rêxistina Mafên Mirovan a Hangaw ragihand ku di meha borî de herî kêm 264 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin ku li gorî meha berê ji sedî 17 zêde bûye.

Li gor raporta ku roja Şemiyê belav bû, tenê di meha borî de herî kêm 116 Kurd, 22 Gîlek, 20 Tirk û 14 Belûç ji aliyê hêzên Îranê ve hatine revandin û girtin.

Hangaw ragihand ku herî kêm 24 çalakvanên olî di meha borî de ji aliyê desthilatdarên Îranê ve hatine girtin. Ji wan çalakvanên olî yên ku hatine girtin, 17 kes Behayî û herî kêm 5 jî Sunnî ne û li bajarên cuda yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê û 2 çalakvanên olî jî li bajarên Kurdistanê hatine girtin.

Herî kêm çar xwendekar û mamosteyek di wê heyamê de li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin, Hahangaw ragihand. Ji xwendekarên hatin girtin 3 Kurd bûn.

Gelek endamên malbatên qurbaniyên ku di xwepêşandanên sala borî de li Îranê hatine kuştin, bi nêzîkbûna salvegera mirina Jîna Emînî, ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatine girtin an gef li wan hatiye xwarin.

Di vê çarçovê de, Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand, ku bi helkefta salvegera xwepêşandanên sala borî li Îranê, 27 xwepêşanderên Kurd li bajarê Abdanan a parêzgeha Îlamê, di xwepêşandanên girseyî yên sala borî de li wî bajarî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin, careke ji aliyê şaxê yekem ê dadgeha şoreşa Îlamê ve hatine xwestin.

Cîgirê Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Îranê Abram Pelly raporên girtin û zextên li ser malbatên qurbaniyên xwenîşandanên Îranê ji aliyê hêzên Îranê ve şermezar kir û ew wek hewldaneke aşkere ji aliyê Îranê ve bo belavkirina tirsê di nav dijberan de anî ziman.

Çavkanî: Hangaw

XS
SM
MD
LG