Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Ewê Tola Êrîşa Dijî Pasdaran Hilîne


General Mihemed Elî Jaaferî

Serokê pasdarên Îranê gefa tolhildanê da li dijî Erebistana Saudî û Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî, li dor êrîşa xwekujî ya vê heftê ku di encamê de 27 endamên pasdaran hatin kuştin.

General Mihemed Elî Jaaferî deregî Înê di merasîmên binaxkirina kuştiyan de idîaa kir ku Amerîka û Îsraîlê ferman daye Erebistana Saudî û Mîrgehên Ereb ku wê êrîşê pêk bînin, lê wî ti belge pêşkêş nekirin.

Ajansa nîv- fermî ya nûçeyan Tasnîm îro Şemiyê ji ser zimanê Jaaferî ragihand ku dibêje:

“Emê bê guman heyfa xwe hilînin.”

Tê zanîn cudaxwazên Balûş berpirsiyariya êrîşa roja Çarşemê ragihand.

Êrîşê li dijî endamên firqeya nobedarên Îmam Huseyn bû, ku wê roleke girîng di şerê salên 1980î yê Îran û Îraqê de lîst.

Jaaferî got Îran çavlirê ye ku Pakistan jî gurûpê ceza bike û eger neke, wê demê wê Îranê gavên pêwîst bavêje.

Wî hêzên ewlekariya Pakistanê bi piştgiriya êrîşkeran tawanbar kir û got hikûmeta Pakistanê dizane gurûp li ku ye.

XS
SM
MD
LG