Wezareta derve ya Îranê îro Şemiyê êrîşa mûşekî ya doh Înê li Bexdayê şermezar kir û huşdarî da ku ew di çarçoweya” tevlîhevkirina seqamgirîya” Îraqê de tê.
Peyvdarê wezaretê Seîd Xetîbzade di daxuyaniyekê de êrîşa mûşekan ya dijî firokxaneya Bexdadê şermezar kir.
Wî got ku “kiryarên xirab yên wiha ewlekariya Îraqê ji nav dibin, rê ji bo dijmin û fîtneçiyan vedikin û bandorê didin ser xizmetên hikûmetê ji bo welatiyan.”
Êrîşa roja Înê ku ziyanên madî gihandin du firokên vala ku li firokxaneyê rawestiyayî bûn, di çarçoweya zincîrek êrîş de tê ku Waşinton hin grûpên girêdayî Îranê pê tawanbar dike.
Hêlên esmanî yên Kuweytî geştên xwe bo Bexdadê bi awayekê demkî daliqandin.
Ev bû demeke, hejamrek êrîşên mûşek û dironan li Îraqê berjewendiyên Amerîkî û bingehên koalisyona navnetewî ya dijî cîhadiyan kirin armanc, bê ku ti alî berpirsiyariya wan bidin ser milê xwe.
Xetîbzade got ku “Komara Îslamî herdem piştgiriya ewlakarî, pêşketin û yekbûna axa Îraqê kiriye û ew piştgiriya pîvanên hikûmetê yên sepandina ewlkekarî û seqamgirîyê dike.”
Jêder: AFP