Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Bernama Me Ya Balistîk li Gel Washington Ciyê Danûstendinê Ye


Mohammad Javad Zarif
Mohammad Javad Zarif

Wezîrê Derve yê Îranê got, bernama welatê wan yê mûşekên Balistîk dibe ku ciyê danûstendinê bin li gel Amerîka eger ku Washington firotina çekan bo hevpeymanên xwe yên welatên Kendavê li rojhilata navîn rawestîne. Ev cara yekê ye berpirsekî Îranê li ser bernama Balistîk diaxife.

Daxuyaniya derbarê mûşekên Balistîk yên Îranê ji aliyê Wezîrê Derve Mohammad Javad Zarîf derketin, dema şeva derbasbûyî di dîdarekê de di Kenalê Televizyona "NBC New", axifî.

Zarîf got"Çekê Amerîka ber bi herêmê ve tê, weha dike ku ev herêm li ber teqînekê be, ji ber vê yekê eger bixwazin li ser mûşekên me biaxifin, pêwîste ew pêşî firotina çekan rawestînin".

Îranê pir caran gotiye bernamê wan yê Balistî li jêr kontrola Zêrevanên Şorişê "Al Haras Al Thawrî"ye û tenê bo armanca xweparastinê ye.

Bernama mûşekên balistîkî yê Îranê di peymana navokî ya 2015an de cî nagire.

Aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de zêde bûn, piştî vekişîna Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re li sala 2015an, sizayên nû li ser Îranê hatin danîn piştî ku "çalakiyên têkdana tenahiyê" yên Îranê li herêmê zêdebûne, herwiha Îranê vê dawiyê biryara zêdekirina asta pîtandina uranyumê daye.

XS
SM
MD
LG