Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Biryara Yekîtîya Ewrupayê Protesto Dike


Serok Barack Obama bi rêberên Yekîtîya Ewrupayê re xuya dibe

Îranê balyozê Danîmarkî yê li Tehranê gazî kir ku, bi gotina wê, biryara “bêmantiq” ya Yekîtîya Ewrupayê protesto bike ku kirîna neftê Îranê qedexe kirîbû.

Ajansa nûçeyan ya dewleta Îranê IRNA dibêje, karbidestê wezareta derve Alî Aşgar Hacî balyozê Danîmarkî roja Sêşemê, anku rojek piştî biryara Yekîtîya Ewrupayê, gazî kir û nerazîbûna Îranê ragihand.

Seroktîya Yekîtîya Ewrupayê bi dorê tê rêve birin û vê gavê Danîmarka vê erkê bicîh tîne.

IRNA dibêje, Hacî Ewrupa tawanbar kir ku bê baldarî biryaran dide û fermanên Amerîkayê, ku wê jî ceza û toleyên dijî Îranê qayimtir kirûbûn, pêk tîne.

Hêzên Rojavayî, Îranê tawanbar dikin ku hewla afirandina çekên navokî dide. Îran vê îdayê înkar dike û dibêje, programa wê ya navokî jibo mebestên aştîyane ye.

XS
SM
MD
LG