Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û Çînê Peymaneka Hevkarîyê ya 25 Salî Îmze Dikin


Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi û yên Îranê Mihemed Zarîf, Tehran, 27 Adar,2021.

Wezîrên Derve yên Çîn û Îranê, îro Şemîyê peymaneka hevkarîyê ya bo 25 salan îmza kirin.

Peyman, di merasîmek televîzyonî de ji hêla Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi û hevtayê wî yê Îranî, Mihemed Zarîf ve li paytext Tehranê hate îmza kirin.

Wang berîya merasîma îmzakirinê destnîşan kir ku peywendîyên wan û Îranê dê jiber rewşa niha heye bandor nebe, lê ewê mayînde û stratejîk be.

"Îran derbarê peywendîyên xwe yên bi welatên din de serbixwe biryar dide û ne wek hin welatên ku bi yek telefonê helwesta xwe diguherinin," Wang got.

Medyaya dewleta Îranê ji ragihand ku Wang Yi ji hevtayê xwe Zarîf re gotîye ku peywendîyên di navbera her du welatan de niha gihîştine asta hevkarîya stratejîk û Çîn dixwaze peywendîyên gîştî yên bi Îranê re pêşve bibe.

Tê pêşbînî kirin ku bi peymanê, Çîn dê di sektorên girîng yên wek enerjî û binesazîyê de, veberhênan bike.

Her wiha, Wang berîya îmzakirina peymana li Tehranê, bi Serokkomar Hesen Rûhanî re hevdîtineke pêk anî.

Rûhanî di hevdîtinê bo piştgirîya Pekînê ya jibo peymana navokî ya 2015'an ya Têhranê bi hêzên cîhanî re sipas kir û bo radestkirina pirtir vaksînên vîrusa korona bang kir.

"Hevkarîya di navbera her du welatan de jibo bicîhkirina peymana navokî û bicîhkirina peywirên welatên Ewrupî pir girîng e." Rûhanî got, li gor malpera wî ya fermî.

Çîn, hevkarê mezin yê bazirganî ya Îranê û hevalbendek demdirêj, di 2016'an de qabûl kir ku bazirganîya bi dualî di nava dehsalan de 10 qatan zêde bike ku heya 600 mîlyar dolaran bilind be.

Wezareta Bazirganî ya Çînê roja Pêncşemê dîyar kir ku Pekîn dê hewl bide ku peymana navokî ya Îranê biparêze û berjewendîyên rewa yên têkilîyên Sîno-Îranî biparêze.

Di navbera Amerîka, welatên din tên rojavayî yên ku alîyên peymanê ne û Tehranê de pisrgirêk hene jiber ku kîjan alî divê ewil vegere peymanê, ya ku Serokê berê yê Amerîka Donald Trump di 2018'an de vekşîya bû.


XS
SM
MD
LG