Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Komandarekî Îranê li Sûriyê Tê Kuştin


Ajanseka nîv fermî ya nûçeyan a Îranê û Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ragihand ku komandarekî hêzên şoreşgerî yên Îranê li nêzîkî Dîmeşqa paytexta Sûriyê hate kuştin.

Ajansa Faris got navê komandar Ferhad Dabirian e û ew li taxa Seyide Zeyneb a başûrê Dîmeşqê hatiye kuştin.

Seyide Zeyneb cihekî pîroz ê Şîiî ye li Dîmeşqê.

Ta Niha ti aliyekî berpirsiyariya kuştina komandarê Îranî ranegihandiye û ajansa Faris berferehiyên kuştinê ranegihandin.

Faris got Dabirian komandarê şerê rizgarkirina Tedmurê bû ji bin destê çekdarên Daişê. Tedmur bajarekî dîrokî yê Sûriyê ye.

Çavdêriya Sûrî jî ragihand ku Dabirian roja Înê hatiye kuştin, bê ku bêje çawa.

Çavdêriyê got Dabirian nêzîkî serkirdeyê Hizbullah Hesen Nesrella bû.

XS
SM
MD
LG