Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Alîkariya Amerîka Red Dike û Soza Têkbirina Vîrusa Korona Dide


Rêberê mezinê Îranê Ayatollah Elî Xamîneyî di axaftineke tilfizyonî de îro Yekşemê got pêşniyara Amerîka ya pêşkêşkirina alîkariyê ji bo Îranê di şerê vîrusa korona de tiştekî seyr e.

Waşintonê gotibû ku ew dikare alîkariyên mirovahî ji bo Îranê pêşkêş bike.

Li Rojhilata Navîn, Îran welatê herî bêhtir rastî vîrusa korona bûye, ku ta niha 21,638 kes nexweş ketine û 1,685 kesan jiyana xwe jidest daye.

Tê zanîn, ji sala 2018an ve, girjî di navbera Amerîka û Îranê de bilind bûne.

Xamîneyî got:

“Gelek caran Amerîka pêşniyar kiriye ku alîkariya me bike di şerê vê nexweşiyê de. Ev tiştekî seyr e, ji ber ku we bi xwe li Amerîka kêmanî di vê derbarê de hene û hun têne tawanbarkirin bi çêkirina vê vîrusê.”

Xamîneyî yê ku axaftina xwe ya salan ya Newrozê li bajarê Meşhed ji nav bir, bi sedema belavbûna korona, got wê Îran li dijî vîrusê biser keve.

XS
SM
MD
LG