Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimara Kuştiyên Vayrusa Korona li Îranê Dibe 8 Kes


Wezareta tenduristiya Îranê îro Yekşemê got jimara nû ya kuştiyên vayrusa korona li welêt bûye 8 kes.

Peyvdarê wezareta Tenduristiyê Kiyanoş Jahanpûr ji tilfizyona dewletê re got ku jimara nexweşên vayrusê li Îranê niha 43 kesin.

Navenda belavbûna nexweşiyê bajarê Qum e, cihê ku berpirs dibêjin rêwiyên çînî vayrus bi xwe re anîne.

Îranê keysa yekem a nexweşiyê roja Çarşemê ragihand.

Belavbûna vayrusa korona li Îtranê û her wiha li Îtalya û Korya Başûr, bûye nîşana belavbûneke metirsîdar a nexweşiyê li seranserî cîhanê.

Jahanpûr got ji nav 15 nexweşên nû yên ku hatî piştrastkirin, heft li bajarê Qum, çar li Tehrana paytext, yek li parêzgeha Markazî û yek li bajarokê Tonekabon ê parêzgeha Mazandaran bû.

Wezîrê tenduristiyê Saîd Namakî ji tilfizyona dewletê re gotibû ku rêwîyekî vayrus ji Çînê derbasî bajarê Qum kiriye.

XS
SM
MD
LG