Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Miriyekî û 10 Nexweşên Din ên Vayrusa Korona Radighîne


Desthilatdarên tenduristî yên Îranê îro Şemiyê mirina kesekî pêncem bi vayrosa korona ragihand û got ew mirî di nav 10 nexweşên nû yên vayrosê de bû.

Ta niha 28 rewşên nexweşiyê li Îranê hatine piştrastkirin, di nav de 5 kesên mirî.

Peyvdarê wezareta tenduristî Kiyanoş Jahanpûr ev agahî li ser tilfizyona dewletrê ragihand lê negot mirin kengî bûye.

Du kesên din roja Înê mirin û du kes jî demekê berê vê hefteyê mirinbûn.

Ev mirin bûn di demekê de ku xelkê Îranê doh Înê tevlî hilbijartinên parlemanî bûn. Gelek dengderan devê xwe bi maskan nixamtin û mask li hin dermanxaneyan neman.

Jahanpûr got ew 10 kesên ku nû hatine dîtin, du ji wan li Tehrana paytext û 8 jî li bajarê Qum bûn.

Minoo Mohraz, ku berpirseka wezareta tenduristiya Îranê ye, roja Înê gotibû ku vayrus “ renge ji karkerên Çînî hatibe ku li Qum kar dikin û çûbûne Çînê.

Qum cihekî ayînî yê navdar e û bingeheka xwendin û afrandinên Şîiî ye ji bo Îraniyan û her wiha ji bo hin Îraqî, Pakistanî, Afganistanî û Azerbîjaniyan e.

XS
SM
MD
LG