Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Ewê Bi Tundî Bersîva Êrîşa Bîyanî bide


Rêberê Mezin yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî bi qumandarê Artêşê General Ataollah Salihî û Serokê Hêzên Çekdar Hasan Fîrozabadî xwane dibe. Tehran Mijdar 10, 2011
Rêberê Mezin yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî bi qumandarê Artêşê General Ataollah Salihî û Serokê Hêzên Çekdar Hasan Fîrozabadî xwane dibe. Tehran Mijdar 10, 2011

Rêberê Mezin yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî hişyarî da Amerîka û Îsralê ku êrîşî kargehên navokî yên Îranê nekin. Xameneyî dibêje, welatê wî dê bi kulmên hesinî û şeqên xûrt bersîva wê êrîşê bide.

Ayetullah Alî Xameneyî, di axaftina xwe ya televîzyonî de îro Pêncşemê got, Îran naxwaze dest bi şerê bike, lê gava êrîş li wê hate kirin wê bê deng nemîne.

Daxuyanîyên Xameneyî, bersîva herî xûrt ya Îranê ye, piştî ku karbidestên Îsraîlî jiber bernameya wê ya navokî, dest bi îhtîmala operasyoneke leşkerî ya dijî Îranê kirîbû.

Îsraîl û Rojava gumanê dikin ku Îran di bin rûberka bernameya navokî ya sîvîl, bizavê dike ku çekên navokî peyda bike.

Raporta Ajansa Enerjî ya Atomî ya Navnetewî ku roja Seşemê hate nivîsîn jî dibêje, di destê wê de delîlên pêbawer hene ku Îran hewilan dide ku çekên navokî biafrîne.

XS
SM
MD
LG