Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dîsa Gefa Êrîşa li Dijî Amerîkayê Dike


Iran Nuclear
Iran Nuclear
Komandarekê artêşa parêzvanên şoreşa Îslamî, Supahê Pasdaran, dibêje ku Îran wê êrîşa bingehên Ameîrkî li herêmê bike eger şer li navbera Îran û Îsraîlê destpê bike.

General Amîr Alî Hacîzadeh dibêje ku Îsraîl nikare bêy piştgîrîya mezintirîn hevalbenda xwe, Amerîka, êrîşan bike û lewma hemû bingehên Amerîkî dibin armancên rewa yên êrîşan.

Hacîzadeh gote televizyona El-Alem ku bingehên Amerîkî li Behreyn, Qeter û Afganistanê wê bibin armanca êrîşan.

Daxuyanîya Hacîzadeh di demekê de ye ku alozîyên navbera Îran û rojavayê li ser bernama navokî ya Îranê tundtir dibin.
XS
SM
MD
LG