Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Divê Rojava Şertên Xwe yên Danûstandinên Navokî Rake


Îranê piştrast kir ku ew dê bi hêzên Rojava re, roja Şemîyê li Stenbolê kom be, lê Tehran bang li wan dike ku bê ku şert û merc deynin pêşîya wê, werin danûstandinên navokî.

Civata Bilind ya Ewlehîya Netewî ya Îranê îro Duşemê piştrast kir ku ew dê bi 5 endamên herdemî yên Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî – Amerîka, Çîn, Rûsya, Brîtanya û Fransa – û her wiha bi Almanyayê kom be.

Îran dixwaze ku gera were ya danûstandinên ser programa wê ya kombûna navokî, di demeke paş de, li Bexdayê were kirin.

Hêzên cîhanê dibêjin, divê Îran dewlemendkirina uranyuma xwe kêm bike û kargeha xwe ya navokî ya binerdê bigire, berî ku were danûstandinan.

Lê, Wezîrê Derve yê Îranê Alî Ekber Salihî roja Duşemê ji medyaya Îranê re got, danûstandinên bi şert û mercên pêşîn bê mane ne.

Welatên Rojavayê bawer dikin ku Îran bizavê dike çekên navokî ava bike, lê Îran vê yekê red dike.

XS
SM
MD
LG