Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Divê Amerîka Bê Şert Danûstandinan Bike


Îran: Divê Amerîka Bê Şert Danûstandinan Bike

Îran dibêje, divê Amerîka zelal bike ku ew amade ye bê şert û merc dest bi danûstandinan bike yan ne. Îran bang li welatên din yên li Rojhilata Navîn dike ku xwe nevêjin rewşeke xêter.

Wezîrê Derve yê Îranî Alî Ekber Salihî, van şîroveyên xwe îro Pêncşemê, li Tirkîyê pêşkêş kir.

Gotinên wî rojekê piştî daxuyanîya Amerîkayê tê ku gotibû “ew amade ye li ser bernemaya wê ya navokî, dest bi danûstandinan ligel Îranê bike.”

Berdevka Wezareta Derve Victoria Nuland do Çarşemê gotibû, bi dilê Îranê ye ku tev li danûstandinên ligel 5 endamên herdemî ya Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî be yan ne.

XS
SM
MD
LG