Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dixwaze Bingehên Din yên Navokî Ava Bike


Îran Dixwaze Bingehên Din yên Navokî Ava Bike

Serokê Îranê Mehmûd Ehmedînijad dibêje Tehran sebaret avakirina riyaktorek din ya hêza navokî bi Rûsya re danûstanê dike. Bingehê hêza navokîya Buşehr, ku tinê dezgehê navokiya Îranê ye, û Rûsya ava kiriye, îsal zû kefte kar.

Rêzdar Ehmedînijad dibêje Îranê pêdivî bi 20 qatî wê hêzê ye ku Buşehr berdest dike. Wî gazî welatên din kir bo avakirina bingehên nûyên navokî li gel Îranê girêbestan çêkin.

Civata Tenahiya Neteweyên Yêkgirtî çar gerên sizayan li dijî Tehranê ragehandine li ber bizavên wê yên zaxkirina yoraniyomê û hevkarî nekirinê bi lêkolerên navnetewyî re. Îran dibêje programa wê ya navokî tinê bo hindêye inêrjiyê berhem bîne.

Berî hingî, rêberê Îranî gote Associated Press bo Amerîka gelek direng nine pêwendiyên xwe yên gelek xirab li gel Îranê baş bike.

Rêzdar Ahmedînijad got serokê Amerîka Barack Obama çi caran sozên xwe cî bi cî nekir ku dê bizavê bike danûstanan li gel Îranê dubare destpêbike. Ew dibêje ew hêş hivîdar e kombûnek rû bi rû li navbera wan du rêberan çêbe.

XS
SM
MD
LG