Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Erdhejeka Rojavayê Îranê de 8 Kes li Tirkiyê Dimrin


Wezîrê navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu got 8 kesan îro Yekşemê jiyana xwe ji dest da di encama erdhejekê de li rojavayê Îranê ku pileya wê 5.7 bû.

Navenda erdhejê bajarê Xoy ê Îranî bû û ziyan gihand gundên perêzgeha Wanê li Tirkiyê.

Soylu di konferanseke rojnamevanî de got sê zarok û çar mezin li navçeya Baskule hatin kuştin. Wî piştre got kesekî din jiyana xwe jî ji dest daye.

Parêzgarê Wanê Mehmet Emîn Bilmez got kes di bin wêraniya avahiyan de nemaye.

Wezîrê tenduristî Fahrettin Koca got herî kêm 21 kes birîndar bûn ku 8 ji wan di rewşeke tenduristî ya xerab de ne.

Tîmên hawarçûnê bo wê herêma çiyayî hatine şandin.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNA got erdhej li 43 gundên herêma çiyayî ya Qotûr bû ye.

Wê got ku hin rûniştvan birîndar bûne lê negot ku rewşa kesekî ji wan xerab e.

Li gor Navenda Ewrupî ya Rojhilata Navîn a Çavdêriya Erdhejan (EMSC), erdheja ku demjimêr 9:22 sibê bi dema xwecihî rûda, ew bi kûraniya 5 kîlometran bû ye.

XS
SM
MD
LG