Berpirsekî kerta Perwerdeyê li Îranê got êdî fêrkirina zimanê Înglîzî li dibistanên seretayî qedexe ye, piştî ku serkirdeyê mezinê welêt gotiye fêrkirina Înglîzî rê vedike ji bo “ serdestiya kultûrî” ya welatên Rojava.
Serokê civata bilind a perwerdeyê Mehdî Navid-Edhem doh Şemiyê ji tilfizyona Dewletê re gotibû:
“fêrkirina Înglîzî li dibistanên seretayî yên fermî û ne fermî yên Îranê li dijî yaseyan e.”