Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsmaîl Qaanî Cihê Qasim Sulêmanî Digre


General Îsmaîl Qaanî
General Îsmaîl Qaanî

Generalekî nû yê Îranê derket pêş da ku serkirdayetiya hêzên Quds ên Îranî bike, piştî kuştina Qasim Sulêmanî ji aliyê Amerîka ve.

Hêza Quds, beşeke ji noberadên şoreşgerî yên Îranê ku jimara wan 125,000 in û fermanên xwe yekser ji serkirdeyê bilind ê welêt Ayatollah Elî Xamîney werdigre.

General Îsmaîl Qaanî, wek Qasim Sulêmanî, di salên 80yî de beşdarî şerê 8 salan ê dijî Îraqê bû û piştre tevlî hêzên Quds bû.

Li gor ajansa nûçeyan IRNA, Qaanî li dor pêwendiya xwe ya li gel Sulêmanî gotiye “Em zarokên şer in… em hevalên meydanên şer in û em di şer de bûne heval.”

Serkirdeyê Îranê Ayatollah Elî Xamîney, di binavkirina Qaanî de ew wek yek ji baştirîn komandarên Îranê anî ziman.

Xamîney got wê rewşa hêzên Quds, bi kuştina Sulêmanî neyê guhertin, li gor IRNA.

Qaanî di roja 8ê meha Tebaxa sala 1957an de li bajarê Meşhed jidayîk bûye û salekê piştî şoreşa 1979an a welêt, tevlî hêzên noberdarên şoreşgerî bû.

XS
SM
MD
LG