Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Piştgiriya Ewrupî ya Siyasî Ne Bese ji bo Parastina Rêkeftinê   


Tilfizyona Fermî ya Dewleta Îranê ragihand ku wezîrê derve yê welêt handeriya Yekîtiya Ewrupî dike ku gavin bêhtirî piştgiriya siyasî bavêjin û bi zêdekirina asta weberhênanê piştgiriya rêkeftina navokî bikin.

Raportê ji ser zimanê wezîr Mihemed Cewad Zerîf, ku îro Yekşemê li gel komisyonerê Yekîtiya Ewrupî yê wize û keşûhewayê Miguel Arias Canete kom bû, ragihand ku dibêje:

“Piştgiriya siyasî ya Ewrupa divê bi gavên pratîkî bête wergerandin ber bi hevrêziyeka abûrî li gel Îranê bi riya weberhênanê.”

Yekîtiya Ewrupî kar dike ji bo parastina rêkeftina navokî ya sala 2015an li gel Îranê, piştî derketina Amerîka ji rêkeftinê.

XS
SM
MD
LG