Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ewropa Cezayên Nû li Dijî Îranê Radigihîne


William Hague.

Wezîrê Derve yê Brîtanî dibêje, welatên Ewropî fişarên xwe yên li dijî Îranê tundtir dikin ji ber bernama navokî ya Tehranê. Lê belê William Hague roja Yekşemê gote televizyona Sky News ku rojava daxwaza bikaranîna hêza leşkerî li dijî Îranê nake.

Hague dibêje, welatên Ewropî di vê mehê de cezayên nû li dijî kerta neftê ya Îranê radigihînin.

Herwiha li gor Wezîrê Derve yê Fransî Alain Juppe, dibe ku Ewropa cezayên nû li dijî Benka Navendî ya Îranê rabigihîne.

XS
SM
MD
LG