Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûhanî Ji Ewrupa Daxwaz Dike ku Alîgiriya Trump Neke


Serokê Îranê Hesen Rûhanî ku îro şemiyê sonda serokatiyê dixwe Amerîka tawanbar dike bi têkbirina rêkeftina navokî ya Îranê li gel hêzên mezin ên cîhanê, û banga welatên Ewrupî kir ku alîgiriya Waşinton nekin.

Rûhanî, ku meha Nîsanê careke din wek serok hate hilbijartin û soza vebûna Îranê li cîhanê û dabûnkirina karên bêhtir da, dê li pêş Parlemanê sonda serokatiyê bixwe li Tehrana paytext, bi amadebûna kesayetiyên rade bilind, di nav de jî yên Ewrupî.

Berî rêûresmên sondxwarinê, ajansa Tesnîm a nûçeyan ji ser zimanê Rûhanî ragihand ku:” zêdegaviyên berdewam ên Amerîka li dor pêgiriyên xwe û cezayên wê yên nû li ser Îranê, bandoreke neyînî li nerîna giştî ya Îranê hebû û dikare rê li cîbicîkirina rêkeftina navokî bigre. “

Di kombûnekê de li gel berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrupî Federica Mogherini li Tehranê, Rûhanî got hebûna kesayetiyên Ewrupî yên mezin di rêûresmên sondxwarinê de diyar dike ku, li gel fişara Amerîka, Ewrupa rijde pêwendiyan dirêj bike li gel Tehranê.

Ajnasa Tesnîm her wiha ji ser zimanê wezîrê derve Mihemed Jewad Zerîf ragihand ku: “Trump hewil dide rêkeftina navokêî hilweşîne û divê Ewrupa ji vê yeke huşdar be. “

XS
SM
MD
LG