Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanê Îranî Tevî ku Kefalet Jî Daye di Zîndana Evîn de Dimîne


Sajad Şehrabî (Rastê) û xwîşka wî Şîma Şehrabî
Sajad Şehrabî (Rastê) û xwîşka wî Şîma Şehrabî

Parêzerekî haydar ji Dengê Amerîka re gotîye ku rojnamevanê Îranî Sajad Şehrabî tevî ku kefalet daye, di zindana Evîn ya li Tehran de ku bi xerabtirîn zînadan Îranê tê naskirin girtî dimîne.

Şehrabî, ku wek nûçegihan û bêjer di Radyoya Komara Îslamî ya Îranê de kar dikir, meha borî li Tehranê dema ku li mala babê xwe bû hatbû girtin.

Xwîşka wî Şîma, ku ew jî rojnamevaneke û li derveyî Îranê dijî, got ku birayê wê ji ber karên wê yên medyayê hatiye binçavkirin. Ew rojnamevana malpera IranWire ye.

Parêzer Musa Barzin di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka got, berpirsên dadwerî bi şêweke ne qanûnî serderiyê li gel tevdigerin girtin û binçav kirina Sajadî dikin û rêgiriyê li serbest berdana wî dikin.

Sajad Şehrabî di dema lêpirsînê de 12 rojan dest bi gireva birçîbûnê kir û Mûsa Barzîn jî îdia kir ku di binçavkirina wî de belgeyên ku hene têra nakin ku Şehrabî weke tawankar bihê dîtin. Rayedarên Îranê li ser vê îdiayê ti daxuyanî nedane.

Rêxistina Rojnamevanan Bê Sînor (RSF) dibêje Îran "yek ji welatên herî zordar yê cîhanê ye di warê azadiya çapemeniyê de" ji dema ku xwenîşandanên Îlona borî li seranserî Îranê derketîn, piştî kuştina Mahsa Emînî dema di binçavkirina polîsan de bû.

Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor got: "Girtina Sajad Şehrabî mînakeke din ya taktîkên tirsandin û givaştinê ye ku ji aliyê Komara Îslamî ve li dijî rojnamevan û medyakarên Îranî yên li sirgûnê dijîn bi kar tîne."

Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) Îranê di lîsta welatên çewsênerên rojnamegeriyê de di rêza pêşî de dibîne.
Di rapor û nirxandina xwe ya salane ya azadiya çapemeniyê de hejmara 177 daye Îranê ji koma 180 welatan li çaraliyê cîhanê. Piştî Îranê Vîetnam, Çîn û Koreya Bakur tên.

Jêder/VOA/VOAFarist

XS
SM
MD
LG