Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tilfizyona Îranê: Lehiyên Bakurê Rojhilata Welêt 12 Kesan Dikujin


Tilfizyona Îranê radighîne ku lehiyên piştî baraneka giran li bakurê rojavayê welêt 12 kes kuştin.

Raporta malpera irinn.ir îro Şemiyê ji ser zimanê peyvdarê ajansa Îranê ya karesatan, Elî Bextiyarî ragihand ku jimara kesên hatî kuştin di encama lehiyan de bilind bû bo 12 kesan li sê parêzgehên bakurê rojhilat, Gulistan, Xurasan, û Xurasan Razavî. Wî got bi kêmanî du kesên din hîn winda ne.

Serokê Heyva Sor a Îranî, Mojtaba Ehmedî ji tilfizyona dewletê re got zore mirov jimara durist bizane ji ber ku lehî dawiya hefteyê qewimî, di demekê de ku jimareke mezin xelkê Îranê ji bo bêhinvedanê derketibûn ser qeraxên çem.

Rêxistina çavdêriya keşûhewa ya Îranê dibêje pêşbîne ku baran ta roja Îna bê bibare.

Meha Nîsanê, bi kêmanî 30 kes di encama lehiyan de li rojhilata Azerbîjanê hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG